STICKY POST
Opera 8.0
Friday, 1. July 2005, 06:49:10
Li dinyayê niha ji 40 milyonî bêhtir kurd dijîn. Li Îranê computer bi tîpên erebî û bi farisî, li Sûriyeyê bi tîpên erebî û erebî, li Iraqê bi tîpên erebî û dîsa bi giranî bi erebî tên bikaranîn. Li Tirkiyeyê jî bi tîpên latîn û hemû bi tirkî... Kurd hem li van welatan hem jî li tevahiya dinyayê ji zimanê xwe û tîpên xwe dûr li ber computerê rûdinin û dixwazin hîn bibin.
Ji bo bikarin browser (gerok) hîn bibin divê berê zimanekî hîn bibin. Lewre bi kurdî tu bernameyên computergeriyê bi kurdî tune bû.
Ev du sal in ku Opera bi kurdî tê weşan. Ew yekemîn browsera navnetewî ye ku bi kurdî tê weşan. Opera 8.0 dê êdî berê wan bêhtir bide ser kalîteyê.
Tiştekî rast heye, ew jî ev e: Opera qet nebe ji Internet Explorer çêtir e û belaş e. Tew bi kurdî ye jî.

Kurdish Opera 7.54
Tuesday, 17. August 2004, 08:42:50
Wergera Opera 7.54 bi alîkariya hevalê Rizoyê Xerzî niha çêtir e û nûtir e. Bi xebitandina Opera re derkete holê ku dema bername li zimanê kurdî tên wergerandin têkiliya kurdan a bi înternet û zimanê teknîk re jî xurtir dibe. Min hêvî heye ku wergerên Operayê li pey hev pêk bên û kêmasiyên me ji alî wergerên din ve werin serastkirin.
Opera di gelek waran de ji browserên din çalaktir û hêjatir e. Heke mirov vê browserê baş bi kar bîne, ez bawer dikim ku wê kar û barê mirov hêsantir û çêtir bimeşe. Ji ber ku yekemîn browsera kurdî ye jî, dê bandoreke cuda li ser bikarhênerê kurd bike.
Guhertoyên Operayê li pey hev derdikevin û divê ku guhê bikarhênerê kurd li ser vê yekê be. Lew re ew wekî darekê ye û her ku av diçe ser, şêntir û mezintir dibe, nexweşî û çewtiyên xwe serast dike û bi riya xwe ve diçe.
Silav û rêz
Rêzan Tovjîn
Amed

Wergera Opera
Monday, 2. August 2004, 11:32:28
Wergera Opera pêşî bi Opera 7.23 dest pê kir. Dûvre Opera 7.51, Opera 7.52 û Opera 7.53 li pey hev hatin wergerandin. Di dema van wergeran de min sûde ji wergera tirkî, almanî, îngilîzî wergirt. Hevalê hêja ku xweş bi îngilîzî, erebî û kurdî dizane di vê pêvajoyê de gelek alîkarî kir û ez bawer dikim ku ji niha û pê ve dê şanenava wî jî bikeve ser rûpelên Oper. Cara yekem Opera 7.53 ji alî malpera Opera ve hate weşan. Ev ji bo me kurdan pêşketineke mezin bû.
Opera bernameyeke bi pereyan tê firotin e. Lê me tu pere wernegirtin. Ango ji bo ku beşa Kurdish were vekirin û ev pêvajo hinekî bi lez derbas bibe, me tiştek ji xwediyê Opera nexwest.
Niha di beşa zimanan de Kurdish heye, di nav rojnameyan de Kurdish Opera heye û emê di beşa Forumê de jî Kurdish bidin avakirin. Dê zimanê van beşan xwerû bi kurdî be û ji bo wergeran mînak be.
Ji bo vê yekê alîkariya hevalên wekî Rizoyê Xerzî ku xweş bi îngilîzî û kurdî dizanin pêwist e.
Meha Tîrmehê ji bo zimanê kurdî bi adan bû. Werin em meha Gelawêjê jî bi vîrengî bidomînin.

| S | M | T | W | T | F | S |
|---|---|---|---|---|---|---|
| 1 | 2 | 3 | 4 | 5 | ||
| 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 | 12 |
| 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 | 19 |
| 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 | 26 |
| 27 | 28 | 29 | 30 | 31 | ||