Skip navigation.

exploreopera

| Help

Sign up | Help

Kurdish Opera

Wergera Opera

Wergera Opera pêşî bi Opera 7.23 dest pê kir. Dûvre Opera 7.51, Opera 7.52 û Opera 7.53 li pey hev hatin wergerandin. Di dema van wergeran de min sûde ji wergera tirkî, almanî, îngilîzî wergirt. Hevalê hêja ku xweş bi îngilîzî, erebî û kurdî dizane di vê pêvajoyê de gelek alîkarî kir û ez bawer dikim ku ji niha û pê ve dê şanenava wî jî bikeve ser rûpelên Oper. Cara yekem Opera 7.53 ji alî malpera Opera ve hate weşan. Ev ji bo me kurdan pêşketineke mezin bû.

Opera bernameyeke bi pereyan tê firotin e. Lê me tu pere wernegirtin. Ango ji bo ku beşa Kurdish were vekirin û ev pêvajo hinekî bi lez derbas bibe, me tiştek ji xwediyê Opera nexwest.

Niha di beşa zimanan de Kurdish heye, di nav rojnameyan de Kurdish Opera heye û emê di beşa Forumê de jî Kurdish bidin avakirin. Dê zimanê van beşan xwerû bi kurdî be û ji bo wergeran mînak be.

Ji bo vê yekê alîkariya hevalên wekî Rizoyê Xerzî ku xweş bi îngilîzî û kurdî dizanin pêwist e.

Meha Tîrmehê ji bo zimanê kurdî bi adan bû. Werin em meha Gelawêjê jî bi vîrengî bidomînin.

Silav û rêz
Rêzan Tovjîn
Amed

Opera 8.0Kurdish Opera 7.54

Write a comment

You must be logged in to write a comment. if you're not a registered member, please sign up.

October 2008
SMTWTFS
September 2008November 2008
1234
567891011
12131415161718
19202122232425
262728293031