Skip navigation.

exploreopera

| Help

Sign up | Help

Rêwî

Dem di bêdengîya şevê de,xwe li dengê çir çirokan digre û dibore!..Ma çend hest û helbest liser axa papiran hatin gotin û çend dayîkan lorandin û ev ax çend caran sero bino bûye ji rêwîtîya rêwîyên welatê rojê re û şopa lingê w

ez welatim /Delil Dîlanar

Helbest

Ehmed
Dîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min,
pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn
û bazbendaên bejna te dikin.

Dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min,
pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te
û serava çolistana zuha ya gazinên te dikin.

Dîsa gulên xewnê rengên xwe ji lêvên te,
bîna xwe ji sêvên te, didizin.

Dîsa zîvên gerdena Zînê,
di şemala gerdena rojçêbûna te de,
di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te, dirizin.

Dîsa şewatên ferhenga bîra min,
“serxet” û tirsegavên bêrîkirina dapîra min,
sertaca Amûdê ji bo rondikên xatirxwestinê hildibijêrin.

Dîsa bendên axê, bîna rihana destê te
û pirtûka êşa stêrkên sînga te,
çîroka aferîdeyên ji tozê,
ji miriyên xoşewîst re dibêjin.

Dîsa hineya porê te,
di asoyên sersomiya min de,
sawa şevistanê ji bîr dike.

Dîsa bişkojên bişirîna te;
Ji nişkê ve nermebarana nêrîna te,
Paytexta seferê pîr dike.

Dîsa wek dara hinarê ya ji westana dayika min,
li xuşîna rûpelên zimanê te digerim.

Dîsa wek çûkên destê sibê,
li ser şaxên metirsiya te,
di bêhûdeyiya navê xwe de , radiperim.

Dîsa zingîna zencîran pêşkêşî sermageriya tozê dikim.

Dîsa leşkerên pêxêra dîroka te radestî xencera dozê dikim.

Dîsa xweliya dengên xwe û bêzariya rengên xwe
û giryana cengên xwe li ber lingên te radixînim.

Dîsa çira hevdîtina mişextên mirî,
bi dudiliya duryan û bi kêlikên velerzînê,
bi nehwirînê, dişikînim.

Dîsa di kavilên xwîna xwe ya windayî de
di wêrana birîna xwe ya rizyayî de
di dûmana axîna xwe ya serberdayî de
qebqeba kewên te, desthilata dewê te,
êşa berboriya te dikişînim.

Dîsa pişta xwe didim dilovaniya ava te
û berê xwe didim reştava te
û bîranînên reşekonan bi melhêbên girî didêrim.

Dîsa
wek çavkaniyeke kûvî,
ji keservedana te der diçim
û zeviyên matmayîna te de,
di sirûdên zayîna te de, diçêrim.

Ehmedê Huseynî

Vîdeo stranên kurdî

Tu gulî

Gelo çima navên me guhertin?

LALEŞ WEZRÎNÎ

Piştî pêşpirsnameya ku birêz Hasîp Kaplan da meclîsê ku navê herêm û gundên me pir bi zanebûn û bi şeytaniyeke bozbeyarî hatine guherandin xist rojeva çapemenî û hibiralêsan, êdî her roj li ser vê mijarê nivîsek tê nivîsandin.

Bi rastî mijareke ku gelekî dereng jî maye. Lê belkî heta niha derfeta ku doz bikin û bibêjin heyra bo çi ew navên ku bapîr û dapîrên me li cih û warên me, li gund û bajarên me kiribûn we guhertin? Birastî birêz Hasîp Kaplan tilha xwe danî ser kuwînêrek a ku bi salan hilgirtî mabû. Ez dizanim dema ev kuwînêr bê teqandin-derkirin dê dil û kezebên gelek fêlbazan jan pê keve, lê ez ê jî hinekî tujikê xwe din bin re rakim.

Tenê behsa guhertina navê gundan tê kirin. Kes nabêje armanca wan çi bû ku nav guhertin.

Armanca guherandina gund, bajar, cih û warên kurdan çi bû, ez ê jî li gorî zanîn û fikra xwe şîrove bikim.

Bê guman sedema herî bingehîn nefî û koçberî ne. Bi taybetî kurd her tim bi nefî û koçberiyan re rû bi rû mane. Eşîr ji hev du veqetiyane, neçar mane ku beşek biçe herêmeke din. Her wiha bavik, êl, eşîr neçar diman ku ji ber setema bozbeyariyan her yek bi aliyekî welat ve nefî bibe. Û bozbeyariyan wek noka tu li kêvir bidî, her yek ji wan bi hêlekî welatê bêwêrt ve koçber kirine. Ew jî ne bes bû, dilê bozbeyariyan bi vê terteleyê jî rihet nebû, îcar jî li dû şopa wan şopandin ka çawa dijîn. Çawa dijîn, rewşa wan çi ye, jiyaneke kurdewar dijîn an jî hinekî hişê wan hatiye serê wan. Bi “birayên xwe” re kelijîne yan na…

Lê kurd asî ne, serhişk in, zû bi zû bi neyarê xwe ve nakelijin, xwîna wan li wan nakele; cihê ku biçin ger ev war li serê heft çiyan be jî dê navên warên ku jê bar kirine-neçar mane ku jê bar bikin bidin, cihê ku konê xwe tê de vedane.

Mînak; eşîra Muqrî-Muqriyanî li Rojhilata Kurdistanê ye. Di demên berê de ji ber pesta bozbeyariyan û ya Lawê Fêro ji hev zerziliye û mîna nohka li kevir bidî tert û belav bûye. Baskek ji vê eşîrê hatiye li derdora Midyadê niştecih bûye, gundek ava kiriye û navê eşîra xwe lê daniye. Navê vî gundî Miqrê ye, di navbera Midyad, Nisêbîn û Hezexê de ye….

Yekî din, îhtîmalek a herî mezin di salên 1071 û virdetir bozbeyarî-tirk destên xwe yên qirêj xistin nav dewleta Merwaniyan û bira li ber birê rakirin, berdan hev du û di encamê de ew dewlet hatiye ruxandin û ew jî mîna Muqriyaniyan ji hev belav bûn, beşek ji wan çûn di keleha ku îro navê gundê ku dawî di binê quntara kelehê de ava kirine û navê wî danîne Merwaniyê de xwe parastine. Erê, Merwaniyê jî di navbera Heskîfê, Kercewsê de ye û ez bawer im tu kesî Merwanî belkî nizane ku ew ji ezbeta Merwaniyan e…

Dîsa eşîra ‘Etmana-‘Etmanka heye. Ev eşîr jî bingeha wê li Rojhilata Kurdistanê ye. Ew jî wek bi sedan eşîr û xanedanan ji ber pesta setema bozbeyariyan, an jî farisan koçber bûye û li her çar hêlên welêt belav bûye. Baskek wî bi hêla Merdînê ve teriqiye, yê din hinek li derdora Bedlîs Mutka, Hezo niştecih bûye, yê dinê jî heya Meletê pijiqiye. Niha li Meletê bi navê Etma hem gund heye, hem jî bi dehan gundên Etmanan hene…

Mînaka çarem jî eşîra Sûrçî ye. Eşîra Sûrçî bingeha wê li Başûrê Kurdistanê ye. Ew jî ji heman setem û hovîtiyan koçber bûne û niha baskekî wê eşîrê jî li derdora Stewra Merdînê ye. Her çendî ji wan re Surgûçû bê gotin an jî gotine lê ew ji eşîra Sûrçî ne…

Îca ez ê pirsekê ji xwendevanan bikim. Gelo ji bo çi navê gundên me guhertin? Çima navê Merwaniyê veguherandin (İrmakli) ez navê Miqrê û ‘Etma ya Meletê nizanim ka ew kirine çi. Bi sedan mînakên van dikarim bidim, lê ji bo feraseta wan a qirêj bê fêmkirin ev bes in. Kurdên reben ji bo ku navê eşîr, gund û herêmên wan winda nebin, navê eşîr, gund û herêmên xwe bi xwe re birin û deşt û çiyayê ku tê de niştecih dibûn ew nav li wan warên xwe yên nû dikirin. Lê feraseta xwînxwar ji bo ku tu car û tu deman ev kes, eşîr bi ser hev du ve nebin, ji ber hev winda bibin, yekî Muqrî bê hemd neyê rastî Miqriyên Midyadê neyê, Surçî bi ser Sûrgûçiyên Stewrê ve nebin, ‘Etmankî dema werin li pismamên xwe bigerin bi ser ‘Etmankiyên Omeriyan, ên Meletê ve nebin û hew xwe li hev û din nedin hev, komikan çênekin, birêxistin nebin navê gund û herêmên wan guherandin. Wan digot dema hinek ji wan bêtin û bipirsin dê rastî pismamên xwe yên bişaftî werin ên ku navên gundên wan bûne Bayrakli, Turkalı, Irmaklı Bayırlı Bozbezli û her wekî din …

Tiştekî hê balkêştir jî deranîna zagona paşnavan e. Feraseta derxistina paşnavan jî heman feraseta guherandina navê gund û herêman e; belkî hîn jî kambaxtir e.

Mînak; berî derêxistina zagona paşnavan her beşên civakê bi navê eşîra xwe, bi navê bavikê xwe dihatin zanîn. Dema hewarek dadiket çi li hember dewletê, çi jî li hember eşîrên dijber, yek radibû dengê xwe li eşîra xwe yan jî bavikê xwe dikira “Rabin ser xwe Heverkîno îro Hevêrkaniye” dema wisa bigotana, eşîra Heverkiyan hemû ji koç û mal dest diavêtin tiving û rext û xencerên xwe û bi yek carê amade dibûn. Lê mixabin bi derketina zagona paşnavan re eşîr, bavik ji hev parçe parçe bûn. Belkî hûn bibêjin çawa? Ez ê niha ji we re bêjim. Mînak; Ez Wezrînî me. Wezrîn baskekî Aşîta ye ku pir ji kevn ve ji eşîrê qetiya ye û ji hezar salî zêde ye ku ev gund ava ye. Du bask e ev gund. Mala Hisên û mala Qaso yan jî Şehlî. Gundekî serbixwe bû Wezrîn. Di navbera çar eşîran de serxwebûna xwe diparast. Dema şerê wan û yekê ji van eşîran derketa ji civandina wan re yek gotin bes bû. “ Rabin ser xwe Hisênkîno, dest bavêjin çapiliyan..” Tenê bes bû ku hemû Hisênkî di çend kêliyan de li hev biciviyana…

Lê piştî ku paşnav bi wan ve zeliqandin tenê Hisênkî bûne 30-40 parçeyî. Û ya herî mixabe, tenê yên ku paşnavên wan yek in, xwe xizm û pismamê hev du dihesibînin. Li ser vê yekê ez ê mînakeke pir balkêş ji we re binivîsim û dawî li vê mijarê bînim.

Di salên 1965’an de dibistaneke ku ji sac ango baraka ku jê re dibêjin li gundê me yê nû Difnê çêkiribûn. Mala Xwedê ava wê çaxê em ji çaxê mektebê derbas bûbûn, me zêde di berqefaka xwe de nebişavtin. Birayê min, kurmamê min û keçpismama bavê min bi hev re diçûn dibistanê. Keçmama min Wesfiye ji bavê xwe tenê ew keç bû, zarokên mektebê li Wesfiyayê dixin, bela xwe tê didin, dijûna jê re dibêjin lê ne birayê min, ne jî kurmamê min lê xwedî dernayên. Rehmetiyê bavê min jî ji dûr ve li vê rewşê temaşe dike. Piştî ku zarok têne malê bi birê min û birazê xwe de hêrs dibe; “ Kuro bênamûsno, çima zarokan li dotmama we dide û we dengê xwe nekir?” Çi bêjin baş e ev her du zarok hûn dizanin? “Bîze ne, o Yaman’dir, bîzîmkî Akdag’dir niye karişalim” (Ji me re çi, paşnavê wê Yaman e, ê me Akdag e. Çima em ê ser re werin”. Lewre di malbata me de 30-40 paşnav hebûn. Baş tê bîra min bavê min ji vê yekê pir hêrs bûbû hema bêje li ser vê yekê ders dida me û dijûnî vê feraseta xasûkî ya qirêj dikirin… Bi vê mijarê ve girêdayî dixwazim xasûkiyek bozbeyariyan a ku li ser goristana qedîm a ku jê re goristana Mecûsiyan dihat gotin pêk anîn vebêjim. Ev goristan li Heskîfê bû.

Sal 1968 bû, ez bawer im. Pira Heskîfê a nû ku inşaeta wê qediya bû, plana riya ku dê biçûya Kercews û Midyadê di nav wê goristana qedîm re derbas dikirin. Jixwe berî ku pir çêbe plana ku rê di nav goristanê derbas bikin, hatibû xêzkirin. Ew jî ne bes bû, ji nişka ve serokwezîrê Tirkiyeyê yê humanîst û ê xoşewîst fermanekê derdixe ku ha hakê ji gelê Heskîfê yên di wan şikevtên kevnare de dijiyan re xaniyên “hemdemî” çêbikin. Dê 245 xaniyên belaş ji welatî û “birayên” xwe yên heskîfî re çêbikirana. Qaşo li erdekî rast ku bikariya 140 xaniyan tê de çêkin digeriyan. Lê ew ger û lêkolîn jî xasûkiyeke ji ya bozberiyan bû. Lewra ji zû ve cihê ku wan xaniyên wek qinikên mirîşkan li ser çêkiran hatibû diyar kirin. Ew jî ser wê goristana qedîm bû. Gorê Kurdistanê hemû çêkirîbûn. Kêlê goran metreyek bilind û neqişandî bûn. Kêla bênivîs hema bêje tunebû. Li ser gelek kêlikan sembola rojê hebû. Lê me belengazên xwedê, hay ji van nivîs û dawera rojê tunebûn. Qaşo zanyarên me Mecûsî jî kafir dizanibûn û wisa hînî me kiribûn. Ji xwe dayik û bavên me ji zû ve bûbûn korê zanyariyê. Her wiha mîzkirina bi wan kêlikan ve xêr bû li gor “zanyarên” me. Lê bozbeyariyan wateya wan kêlên bi dawerên rojê ji zû ve dizanîbûn. Ditirsiyan ku zarokên kurdan di pêşorejê de bixwînin û ew jî bi wateya wan nivîs û daweran bihesin. Lewra dîroka kurdan di wir de veşartî bû. Ji ber wê yekê bi lez û bez dozerê xwe berdan ser û her der sererast kiribûn. Ew kêlên ku her yek ji wan dîrokçeyek bû, hûr û hela kiribûn û xistibûn riknê wan xanîkên weke koxikan. Xwezî xanîbûna jî. Ez ber wê jî nakevim, bêedebî û bêsinciya herî mezin bozbeyariyan çalên mitêvskên( tuwalet) wan xaniyan bi destên kurdan li ser gorên bapîrên me dan kolandin û bi me bixwe rojê sê caran bi gora pêşiyê me de dane kirin. Ango me xwe bi xwe bi gora pêşiyê xwe ve dikir. Gelo bêsincîtiyeke wiha di dinyayê de hatiye dîtin? çavkanî:www.azadiyawelat.com<embed

Gelo rastîya diroka Melayê Cizîrî çîye?


Pir kes ji nivîskar û dîrokvanan di derbarê dîroka ji dayîkbûna Mela de; xwe êşandine û negihîştine rastî ya dîrokê.Lê tu rexne û lewmek me jibo wan camêran nîne.Lewra Mela bi eşkere wek Seydayê Xanî ji destpêka jidayîkbûna xwe nepeyîvîye.Mela bi giranî helbesta xwe;bi peyvên felsefî,derûnî û razdarî hûnandî ye.Pir helbestvanên wek Mela;di helbest û gotinên xwe de,bi razên ebcedî, ji temen û heyamên xwe axivîne û di helbesta xwe de, veşartine.Rasthatina vê rêbaza ebcedî jî,zor têzanîn û bişkivandin. Jibo dîroka destpêka jîna Mela; di meydana lêkolînê de; çend dîtin hene:Yek dîtina Rêzdar Zeynelabidîn Zinar a bi hejmarên ebcedîye.Ya din jî dîtina me ya dîsa bi hejmarên ebcedîye. Em dibêjin:dîtina Zeynelabidîn; lewra di pêşgotina tîpguhêzî ya dîwanê de,dide zanîn ku herwekî ew rêbaza ebcedî ya wîye. Armanca mın jıvê mijarê ewe ku: xwendevanên rojnameyê û zanayên nivîskar! rêbaza meya bı hesabê ebcedê û dîyarkirina meya destpêka salên jîna Mela û dîtina rêzdar Zeynelabidîn Zinar,diber çavan re derbaskin û biryara xwe bi nitxandinek azad eşkerekin û ji vê îmeyla mere bişînin.îmeyl(xwesbin_yekta@hotmail.com)

DÎTİNA ZEYNELABİDİN ZİNAR Birêz Zeynelabidîn Zinar,di pêşgotina tîpguhezîya Dîwana Mela ya ji tîpên Erebî bibal tîpên kurdîya Latênî ve dibêje:di malika helbesta Melê de,ya bi nivîsandina: (Ji herfan mah û salê ma,nehat der şiklê falê ma) (Kuca danendî halê ma,sipikbaranê sahil ha) Dîroka ji dayîkbûna Mela di vê helbesta jorde bi hejmarên ebcedî hatîye dîtinê. Rêzdar Zeynelabidîn dibêje:bihejmara bêjeya(Herfan û xalî)dîrok derdikeve meydanê.Ew hejmar jî dike 980,ê ger ev bi hesabê koçîbe? bi beranberîya mîladî,dike:1570'ê.Dîsa dibêje: bê guman jiber ku ev malik di beşa destpêka dîwanê de ye,bêtir mirov didefîne bibal rastîya wêve.

Dîsa Zeynelabidîn Zinar dibêje:Mela di sala 1621de bi Feqîre helbest gotîye. Birastî gava mirov li rastîya bûyerê dinhêre:mirov dibîne ku dı hejmaran de çewtîyên hejmarî derdıkevin meydanê.Yek jı mînakên çewtî yê hejmara 1621’e Lewra Feqî di helbesta xwede dibêje:gava min helbest bi Mlê re digot: (Sal hezarû Sî û yek 1031) bû. Ev hejmara ku Feqî dıbêje:sal(1031)bû hejmarek koçî ye û bi beranber mîladî ne(1621)e 1624’e. Mirov gava li rastîya helbest gotina Feqîya bi Mela re dinhêre, mirov dibîne ku dinavbera herdû hejmarên dîrokîde; 3,sal cudatî heye.

Yanî dema bihevra gotina helbestê (1624)e.Herwisa di nirxandina hejmaran û nîşandayîna dema ji dayîkbûna Mela de jî nakokî heye.Lewra birêz Zeynelabidîn hejmara tîpên bêjeya (herfan û xalî)bi hejmarên ebcedî,derxistêye:(980)ê.û gotî ye bi mîladî dike (1621) û temenê Mela yê ji dayîkbûnê jî bivî hesabî dike(1570) Mixabin bêjeyên ku heval Zeynelabidîn Zinar bi hesabê ebcedî nirxandîye û gotîye temenê Mela bivan hejmaran(1570)ê ye neraste.Lewra 980’ê bi beranberî ya mîladî dike:953+622=(1575). Herçiqas Zeynelabidîn bi dudilî gotîye:ger bi koçîbe? lê bê dudilî kesên di wê demêde, her bi hesabê koçî nivîsîne.Nirxandin:980 ê koçî bi beranberîya Mîladî dike 953+622ê berya koçî=1575. Hemjî xebitandina bêjeya(Xalî)di şûna Sal de jî,bigumane.

Lewra nusxeyên ku di destê mede hene,bigiştî (Ji herfan Mah û Salê ma)ne û ne ku xalê ma hatine nivîsandinê.Lê birêz Zeynelabidîn dibêje:Min di nusxek de (Xalî)dîtîye.Mehjî di şûna (xalê)de xalî xebitandî ye.Di rêbaza tewandekan de, di şûna tewandeka (ê)de( î )nayê xebitandinê.Lewra tewandeka ( î )di xiramera erebî de, daçeka kesekî ye û bi peyvekî kurdîre nayê xebitandinê.Em dibêjin rastî ya helbesta Mela(Ji herfan mah û salê ma,nehat der şiklê falê ma)ye û ne xalî ma ye.Hege (xal)xwendibin jî, bi sehwa qelema katibê nusxeyê hatîye nivîsandinê. Anjî di nivîsên destxetde,(x) di şûna (f) yê de xwendine û gotine ( xal )Lewra ( x )ya erebî û( f) ya erebî di destxetan de, carnan jıhev nayên cudakirin û bihevre tên guhertin. Em werin ser dîtina rêzdar Nayîf Mikaîl Tahir ê ku:destpêka salên Melê;di hejmarên jêrde dîtîye: Herfa=289,Mah=41,û(w)sal=97,Ma=41,Şikl=350,Fal=111,Ma=41,bi tevahî dike:975 Lê rastîya hejmarê 974 re. Di hejmara (Mah)de(H) bi çewtî (6)hejmartine ewjî bi gorê mîladî dibe 1569 û ne 1567. xar jor rêbaz û nirxandinên van herdû rêzdar hevalan!wek hevin.Lewra herdûkan dîtinên xwe berdane ser rêze helbestek û di hejmaran de şaşî kirine .Bi gor rastî ya nirxandina hejmaran,gotina Zeynelabidî ya gu gotîye (1570)dijê hejmarane.Lewra rastî ya hejmaran(1575)didene dîyarkirinê.


Dîsa nirxandina rêzdarNayîf Mikaîl Tahir jî, ne bi gor rastî ya hejmarane û rastî ya hejmaran(1569)didene dîyarkirinê ne ku (1567). Bi dîtina me ya lêkolînerî ya nêzîkê 7 sale ya liser şrovekirina vê berhema Mela;ev helbesta wîya ku dibêje:(Ji herfan mah û salê ma,nehat der şiklê falê ma)tu giza wî bi dîyarkirina temenê Mela re tuneye.jiber ku dinav de,bêjeya (mah û sal) heye;rêzdar nivîskaran jî gotine ji salên xwe diaxive û dane ber hejmaên ebcedî.Pir ecêbe ku rêze helbesta (ji herfan mah û salê ma) di navbera du lêkolîneran de,hatîye parvekirinê.Yekî gotîye:(herfan û xalî) yêdin jî gotîye:herfa, Mah, û(w)sal ma,şikl,fal,ma.Evajî mirov derbarê rastî yê de dixe nav gumanan . Bi dîtina me û bi xebata meya 7 saleya liser şroveya dîwana Mela yê Cizîrî, me xwe gîhande rastîya dîroka jidayîkbûna Mela û jînenîgarîya wî.


Dema ku di Sala 1997 de, me dest bi şroveya Dîwana Mela kir û me tim di nav domandina xebata xwede, rastîya dîroka Mela di serê xwra derbasdikir û dixwest ku rojekî ji rojan em rastê gotinek Melayê di derbarê ji dayîkbûna wîde werin. Bi rastî bi nirxandina mina helbstê re, helbseta(Feqîyê Teyran)jibo xwegîhandina mina bi bal dîroka ji dayîkbûna Mela, bû alîkar û piştevanek pir mezin. Herwekî bi dengekî êlî bangê min bikir û ji minre digot:dîtina teya bi hesabê ebcedê raste û binirxîne.Lewra gotina Feqîya bi helbest gotina bi Mela re, bo min jêderk û delîlek vebire.


Lewra herçiqas Mela bi zimanek eşkere ji destpêka jîna xwe neaxivîye û birewşekî nehînî û bi razên ebcedî jixwe axivîye jî,lê Feqîyê Teyran bi zimanekî eşkere û vekirî ji hevdemî û dîroka jîyana xwe û Mela axivîye. Em werin mijara nirxandina helbesta erebîya di dawîya pêncekên Melê de û bi hesabê ebcedî bi nirxhinin û li rewşa hevgirtina wê û gotina Feqî binhêrin, ku çawa hev temamdikin û rastîya dîroka jidayîkbûna Mela dertînin meydanê. Helbesta Melaya ku têde bi zimanek nehînî û ebcedî, ji rewşa xweya destpêka helbest gotinê tîne ziman û dibêje(Tilke enbaun yeqûlû ennasû mınna beede hînin)eve.Wateya rêze helbestê bi kurdî:Ev behrem bigiştî hinek gotin, peyamin û me amadekirîye.




Wê gel û mirûvên piştê deman ji me û berhema me biaxivin)Berya nirxandina tîpên helbestê,em dixazin bala kesên ku nirxandina meya bi hejmarên ebcedî dibinçavan re derbaskin, bira bizanin ku di rêbaza nirxandina tîpande, tîpên bi Şedeyên di bêjeyande yek tîp nedu tîp têne hejmartinê. HEJMARTİNA TîPAN: (T)400 (L)30 (K)20 (E)1 (N)50 (B)2 (E)1 (Y)10 (Q)100 (W) 6 (L)30 (E)1 (L)30 (N)50 (E)1 (S)60 (M)40 (N)50 €1) (B)2 (E’)70 (D)4 (H’)8 (Y)10 (N)50=1027:koçî.)Hejmara tîpan bigiştî rêze helbeste.Lê ya ji herfan mah û salê ma di navbera du lêkolîneran de,hatîye parvekirinê.Yekî gotîye:(herfan û xalî) yêdin jî gotîye:herfa, Mah, û(w)sal ma,şikl,fal,ma. Hejmara tîpan liserhev: bi hejmara koçî:1027.Mela divê rêze helbestêde bi zimanek derûnî û bi hesabê Ebcedî dide dîyarkirinê, ku wî di Sala 1027 ê koçîde, dest bi nivîsandina helbestê kirîye.Dema ku Mela dest bi helbest gotinê kirîye, temenê wî (30)sal bûye.Lewra di derbarê (30)sal temenê wiyê di berya destpêka helbestê de,Mamosta Eladîn Secadî anîye ziman û gotîye: Mela di 30 Salîya umrê xwede, helbest gotîye.



Herwisa Mela bixwejî, di beşên helbestên xwede; temenê xweyê di berya helbetê de, tîne ziman û dibêje: (Sih Sale ji derdû ji belayê te hilakin=Hetta bi felek her diritin ahû ehê min) Dîsa di rêze helbestek dinê de dibêje:(Ernekî rihmê tu Mîro,dê çibit halê me îro= Qet nebê carek Esîro,girtîyê (Sî) saleye)Mela bi eşkere û zelalî dide zanîn, ku temenê wî di berya helest gotinê de (30)sale.Yanî lêkolîn û dîtina meya bi hesabê ebcedê,dîroka destpêka wêjenasîya wîye.Gava em (30)sal temenê wîyê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin,rastîya dîroka wîya ji dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê.Çawa me li jor gotina (Feqîyê Teyran)a di derbarê helbest gotina wîya di Sala (1031)de bi Mela re dabû nîşan.Ew gotina (Feqîya)dîrokî,bome jêderk û delîlek bêguman û vebire.Hemjî jibo dîtina meya bi hesabê ebcedî jî,destek û piştevanîyeHerwisa:helbesta ku Mela di bênceka xwe de;bi erebî dibêje:ev behrem bi giştî hinek gotin,xeber û peyamên curbecurin û wê mirov piştê dem û zemanan ji me û peyamên berhema me bi axivin.Mela;di destpêka rêze helbesta xweya bi zimanê erebî de di serê helbestê de, bêjeya(Tilke)anîye ziman.Lewra bêjeya (Tikle)di giramera erebî de.daçeka pirhejmarê ye û işaretê bal tevahî ya berhremê ye.



Ango (tikle)ev behrem bi giştî,me divê sala koçî ya hejmar(1027)de nivîsî ye.Hemjî ev hejmar û gotina Feqî ya gu dibêje:me di(1031)de bi hevre helbest gotî ye, hev temam dkin. Em werin ser mijara nirxandina hejmarên ebcedî û dîyarkirina dîroka ji dayîkbûna Mela: NİRXANDİNA HEJMARAN: Mela:di(1027)’ê koçî de: dest bi nivîsandina helbestê kirîye.Ev hejmara koçî beranber bi mîladî dike:(998)ê ji Koça (Hicreta)Mihemmed silava Xuda liserbe û heta despêka nivîsandina Mela ya helbestê.Dı navbera hicreta MİHEMMED û ÎSA Pêximber de 622 sal heye.998+622=1620-30=1590. Bi vê nirxandınê dîroka ji dayikbûna Mela:dibe 1590 û koça wî ya ji dinê bi gotina dîrokzan Eladîn Secadî dibe:1665.Me di çapa yekem a ku Enstitüya kurdî çapkiribû de: temenê destpêka bûyîna Mela bi şaşîyek teknî (1589) dabû dîyarkirinê Lê me ew şaşî dît û sererastkir. Mijara here giringa ku heta niha ji hêla tu dîrokvan û lêkolînvanan ve nehatîye zanînê,dîroka ji dayîkbûna Mela ye.



Divî mijarê da em dibêjin:Me bi lêkolînek berfireh rastîya ji dayîkbûna Mela, jibo rayagiştî û xwendevanên pirtûka xwe re derxiste holê.Lê diroka koçkirina wîya ji Cîhanê, me xwe siparte dîtin û gotina Eladîn Secadî û hinek dîrokzanên dinê.Em dîsa jibo xwendevanên şroveya xwere,bi bê dudilî didne dîyarkirinê,ku lêkolîn û dîtina meya bi hejmarên ebcedî raste.Lewra me çawa gotina (Feqîyê Teyran) bo xwe delîlek vebir dît,em ji xwendevanên şroveya xwere jî dibêjin: hûn bi zanînên xweyên pîroz û bi însafî, dîtina me binirxînin û rastîyê bibînin.Lewra em dibêjin:bi hejmarên ebcedî detstpêka helbestnivîsa Mela,1027’e.Di berya wîde temenê Mela,(30)ye.Gava em 1027ê ku me bi hesabî ebcedî jibo destpêka helbestvanî ya Mela nirxand û wergerand mîladî,bû 998.Me:30 sal temenê melayê berya helbestê ji hejmara (998)derxist û bû 968+622=1590)rastî ya ji dayikbûna Mela. Armanc jivê nirxandinê ewe:ku(30) sal temenê Mela bixwe derdikeve meydanê û dîtina eme ya ebcedî rast dibîne.Feqî jî dibêje:dema me bi hevra helbest digot Sal (1031)bû.Dinavbera dîtina mede û gotina Feqîyê Teyrande,çarsal heye.Gava ku Feqî bi Melare helbest gotîye:Mela pirtûka xweya helbestê birîye nêzîkê dawîyê.Gava ku çarsal di navbera wande cudatî hebejî nepire.Lewra Mela heta pirtûka xwe birye nêzîka dawîyê,jixwe çarsal dikêşe. Yanî Feqî piştê çarsal xebata Mela ya liser helbest nivîsê, pêra helbest gotîye.


Nîşe: Ev nivîs ji Enstîtuya Kurdîya Amedê û ji Rojnameya Azadîya welat re jî hatîye şandin.
Celalettin Yöyler 4/28/2008

guhertoya nû ya ubuntu derket

Amed – Li gorî daxuyaniya Koma PCKurdê guhertoya dawî ya Ubuntu/Linuxê ku kurdî jî tê de bi bi gelek zimanan tê weşandin, duh derket. Koma PCKurdê di daxuyaniya xwe de radigihîne ku
ubuntu
Ubuntu her şeş mehan carekê guhertoya xwe ya nû derdixe û guhertoya nîsana 2008'an Ubuntu 8.04 duh di malpera fermî a Ubuntuyê de ji bo daxistinê cihê xwe girt.

Tê daxuyandin ku Ubuntu yekemîn û tekane pergala xebatê ya komputerê ye ku zimanê kurdî bi awayekî fermî tê de cih digire. Daxuyanî bal dikişxîne ku Ubuntu ji ber ku reşaneke Linuxê ye ji gelek hêlan ve ji pergalên din bikêrhatîtir e û li ser xalên bingehîn ên felsefeya Ubuntuyê yên wekî “Divê nivîsbarî belaş bin”, “Amûrên nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmakî yên kesan bikêrhatî bin û her kes karibe bername û pergalên komputerê bi zimanê ku dixwaze bi kar bîne.”, “Mirov divê ji bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de karibin azad bin.” disekine. Di daxuyaniyê de tê gotin ku bikarhênerên komputerê heta niha ji ber ku Linux belaş bû û bêvîrus bû dihat tercîhkirin û tê angaştin ku bikarhênerên ku Ubuntuyê bi kar bînin û dê ji ber grafîk, anîmasyon û dîtbariya wê dest bi bikaranîna Ubuntuyê bikin. Her wiha di daxuyaniyê de qala xebatên Koma Pckurdê jî tê kirin û tê diyarkirin ku Koma PCKurdê xebatên xwe bi awayekî serbixwe dimeşîne û di nav rewşên herî teng de xebatên herî girîng ji bo komputergeriya kurdî dike. Koma PCKurdê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de xebatên ku heta niha kirine wekî wergerandina pergal û bernameyên wekî Ubuntu, Kubuntu, Xubuntu, OpenOffice.org, Firefox, Pidgin, Konqueror, Kopete û hwd. rêz dike û diyar dike ku her wiha ji bo kurdî wekî F, Q û Alt-Q sê klavye çêkirine û di klavyeyan de ji bo her tîpeke kurdî bişkojkek tê tikandin. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji bo bikarhênerên komputerê ên kurd wekî karekî herî girîng pakêta rastnivîsa kurdî hatiye amadekirin û dema ku bikarhênerek di geroka Ubuntuyê Firefoxê de an jî di ofîsa wê Openoffice.orgê de nivîsand, bername xweber rastnivîsa kurdî kontrol dike. Dema ku peyveke çewt hate nivîsandin binê peyva çewt xêz dike û hin peyvên din pêşniyarî bkarhêner dike. Koma PCKurd di dawiya daxuyaniya xwe de girîngiya di her qadê de bikaranîna kurdî bi bîr tîne û bang li her kesî dike ji bo ku ev kar bi awayekî berfirehtir û çêtir bidomin bi wan re têkevin têkiliyê û çi bi wergerandinê çi jî bi bikaranîna van pergal û bernameyan ji wan re bibin alîkar.

Malperên Koma PCKurdê yên ku hûn dikarin ji wan alîkarî bistînin û alîkariyê bidin:
http://www.ubuntu-ku.org
http://www.pckurd.net
http://www.ferheng.org
http://www.kuopenoffice.org

çavkanî:azadîyawelat.com
May 2008
SMTWTFS
April 2008June 2008
123
45678910
11121314151617
18192021222324
25262728293031